Xwendina Kurdî li Kerkûkê serkeftineke mezin tomar kir

Kerkûk (K24) – Piştî aşkerebûna encamên ezmûnên pola 6an a seretayî li Iraqê, xwendina Kurdî li parêzgeha Kerkûkê serkeftineke dîrokî tomar kir. Xwendekara bi navê Îlyan Karment, bidestxistina pileyên bilind, bû yekemîna xwendina Kurdî li ser asta parêzgehê.

Dema ku Wezareta Perwerdeya Iraqê encamên pola 6an ragihandin, hemû çav li ser mala Îlyan Karment a li Kerkûkê bûn. Îlyan a ku di dema salê de bi xebat û têkoşînek mezin amadehiya ezmûnan dikir, karî ne tenê ser bikeve, lê bibe nimûneya serkeftina xwendina Kurdî li parêzgehê.

Îlyan Karment: "Min bi şev û roj dixwend"

Îlyan derbarê serkeftina xwe de diyar kir, wê rojane piştî vegera ji dibistanê, bi hûrî li dersên xwe dinêrî û heta derengiya şevê dixwend. Ked û xebata Îlyan ne bê encam ma; wê karî di xwendina Kurdî de pileyê yekem li ser asta Kerkûkê bidest bixe.

Rêvebera dibistanê Îqbal Farûq derbarê Îlyan de got: "Îlyan ji pola 4an ve xwendekareke gelekî jêhatî û bi dîsîplîn bû. Wê karî di hemû dersan de pileyên herî bilind (100) bidest bixe. Ev serkeftin hem ji bo me, hem ji bo dibistana me û hem jî ji bo tevahiya xwendina Kurdî ya li Kerkûkê serbilindiyek mezin e."

Rêjeya serkeftinê: %85

Li gorî amaran, xwendina Kurdî li Kerkûkê îsal rekoreke nû şikandiye û rêjeya serkeftina xwendekarên pola 6an gihîştiye %85an. Ev serkeftin di demekê de tê ku xwendina Kurdî li Kerkûkê bi gelek astengî û pirsgirêkan re rûbirû ye.

Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Kerkûkê Reşad Feqê bal kişand ser wê yekê ku tevî ku pirsên ezmûnan ji Bexdayê tên û standardên wan giran in, lê xwendekarên Kurd karîne asteke gelekî bilind nîşan bidin. Wî got: "Dema em rêjeya serkeftina xwendina Kurdî bi beşên din (Erebî û Tirkmanî) re didin ber hev, em dibînin ku xwendekar û mamosteyên me serkeftineke bêhempa tomar kirine."

Peyamêrê Kurdistan24ê bal kişand ser wê yekê ku xwendina Kurdî li Kerkûkê her sal bi serkeftinên nû navê xwe dide naskirin. Tevî ku sîstema xwendinê û ezmûnan rastî hin giranî û astengiyên îdarî tê jî, lê vîna xwendekar û malbatên Kurd a ji bo xwendina bi zimanê dayikê, her sal encamên hîn geştir derdixe holê.

Ev serkeftina Îlyan Karment û xwendekarên din ên Kerkûkê, wekî peyameke xurt a man û geşepêdana çand û zimanê Kurdî li vê parêzgehê tê nirxandin.