Mehmûd Mihemed: PDKê ji bo civînên bi aliyên siyasî re planek amade kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed, helwesta partiya xwe ya li ser rewşa siyasî, peywendiyên ligel aliyan û kêşeyên ligel Bexdayê aşkere kir. Mihemed hişyarî da ku eger alî negihîjin lihevkirinê, dê neçar bimînin ku dubare biçin ser sindoqên dengdanê.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed îro 2ê Hezîrana 2026an di kongreyeke rojnamevanî de diyar kir, hemû kêşeyên ligel hikûmeta federal a Iraqê û astengiyên li pêşiya Herêma Kurdistanê, ji bo diyalog û guftûgoyê hatine hiştin. Herwiha tekez kir, PDK niha derbarê van mijaran de xwedî nêrîn û helwesteke zelal e.

Derbarê serdana aliyên siyasî de, Berdevkê PDKê eşkere kir ku planeke pratîkî li gorî rênimayên Serok Mesûd Barzanî hatiye amadekirin. Mihemed got: "Ev bername dê di çend rojên pêş de bikeve warê cîbicîkirinê û serdanên me yên bo aliyan dê dest pê bikin."

Li ser têkiliyên ligel Yekêtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK), Mehmûd Mihemed diyar kir, heta niha ti dîrokek ji bo civîna her du aliyan nehatiye diyarkirin. Herwiha behsa serdana PDKê ya ji bo Yekgirtûya Îslamî kir û got: "Me piştgiriya destpêşxeriya Yekgirtûyê kiriye. Em dixwazin hemû alî, çi yên di desthilatê de bin, çi yên opozîsyon, xwe li hember parastina destkeftên Kurdistanê berpirsiyar bibînin."

Berdevkê PDKê got jî: "Xelkê Kurdistanê deng daye ku parlamen, hikûmet û serokatiya Herêmê were avakirin. Eger alî li ser daxwazên xwe rijd bin û ti dergehek ji bo lihevkirinê neyê dîtin, wê çaxê tenê yek bijarde dimîne, ew jî dubarekirina hilbijartinan e."

Di dawiya axaftina xwe de, Mehmûd Mihemed hêviya xwe anî ziman ku alî bigihîjin rêkeftinekê, da ku barê giran ê ser milê welatiyan were sivikkirin. Herwiha tekez kir, PDK ji bo karkirina bi hev re amade ye, tevî ku dibe di warê bîr û bawerî û şêwazê kar de, ciyawazî di navbera aliyan de hebin.