Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji Amerîka û Berîtanyayê re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ew ji ber canjidestdana du endamên hêzên çekdar ên Amerîka û Brîtanyayê di dema meşqeke serbazî de li Hewlêrê pir dilgiran e, tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê wekî hevpeymaneke wan her du welatan bo parastina ewlehiya deverê dimîne.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê peyameke sersaxiyê belav kir û tê de nivîsî: "Ez bi bihîstina nûçeya canjidestdana du endamên hêzên çekdar ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Brîtanyayê di dema meşqeke serbazî de li Hewlêrê pir dilgiran im."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi germî sersaxî ji malbat, hevkar û serkirdetiya her du welatan kir û hevxemiya xwe ya bo wê rûdanê nîşan da.
Peywendiyên stratejîk û berdewamiya karên hevpar
Di pişkeke din a peyama xwe de, Mesrûr Barzanî amaje bi peywendiyên stratejîk ên di navbera Herêma Kurdistanê û her du welatan de kir û ragihand: "Em bi şanazî ve hevpar û hevpeymanên Amerîka û Brîtanyayê ne."
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê û hevpeymanên wê dê li ser karkirina pêkve berdewam bin; bi merema piştgirîkirina tenahî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, Îraqê û deverê bi giştî.
I am saddened to learn of the passing of two members of the United States and United Kingdom armed forces during a training exercise in Erbil. I extend my sincere condolences to their families, colleagues, and the leaderships of both nations at this difficult time.
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 2, 2026
We are proud…