Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Tom Barrack dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyamekê de destnîşankirina Tom Barrack wekî Nûnerê Serokatiya Amerîkayê bo Îraq û Sûriyeyê pîroz kir û tekez li ser xwestekên Hewlêrê bo pêşxistina peywendiyên wê yên dîrokî ligel Waşintonê kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de nivîsî: "Ez pîrozbahiyê li Tom Barrack dikim, ku wekî wekî Nûnerê Taybet ê Serokatiya Amerîkayê bo Îraq û Sûriyeyê hatiye destnîşankirin."
Di berdewamiya peyama xwe de, Mesrûr Barzanî amaje bi giringiya hevahengiya dualî da û ragihand: "Ez daxwaza serkeftinê bo te di vî erkî de dikim, û ez bi dilgermî ve li bendê me ku ji nêzîk ve ligel we kar bikim; pêxemetî zêdetir bihêzkirina wê hevpariya dêrin a ku di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye."
Peywendiyên stratejîk û hevahengiya piralî
Ev peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku Hewlêr û Waşinton xwedî peywendiyeke kevin û stratejîk in. Serkirdetiya Herêma Kurdistanê jî berdewam tekezê li ser berfirehkirina hevahengiyên di navbera her du aliyan de dike; bi taybetî di pirsên ewlehî, siyasî û aborî yên girêdayî tenahiya Îraq û deverê bi giştî de.
Congratulations @USAMBTurkiye Tom Barrack on your appointment as Special Presidential Envoy to Iraq and Syria. I wish you success in this role and I look forward to working closely with you to further strengthen the longstanding partnership between the Kurdistan Region and the…
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) June 2, 2026