Hizbulah bo K24ê: Em êrîşên li ser Îsraîlê berdewam dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbulaha Li8bnanê, di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê, rexne li pêvajoya siyasî ya welatê xwe girt û şertên xwe yên bo rawestandina şer û êrîşan eşkere kirin.
Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbulaha Libnanê Mehmûd Qematî îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de bo Kurdistan24ê ragihand ku; wan aliyên peywendîdar agahdar kirine ku ew hevsengiya Dahiyeyê li beramberî bakûrê Îsraîlê bi temamî red dikin.
Mehmûd Qematî amaje bi wê yekê jî kir ku ew tenê dê hingê razî dibin ku şer bê rawestandin, eger agirbest giştgir û rastî be. Wî eşkere jî kir ku ev helwesta xwe gihandiye Serokê Parlamena Libnanê Nebîh Berrî û bi rengekê nerasterast jî gihandiye Serokê Libnanê Joseph Aoun.
Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbulahê ron jî kir ku Nebîh Berrî soz daye ku eger agirbest giştgir û bêşert be, Hizbulah jî dê pabendî wê be; belê heta wê çaxê ku dijmin li ser êrîşên xwe berdewam be, ew jî dê li ser bombebarankirinê berdewam bin.
Redkirina hêlên sînorî û berfirehkirina êrîşan bo Heyfayê
Mehmûd Qematî eşkere jî kir ku ew îtîrafê bi tu hêleke cudaker nakin û divê axa wan bê rizgarkirin. Wî diyar jî kir ku li beramberî her êrîşekê bo ser devera Dahiyeyê, ew dê bi bombebarankirina deverên kûrtir di nav ji xwecihên bakûrê Îsraîlê de bersivê bidin. Wî hişyarî jî da ku bombebarankirina komelgehên xwecihbûnê yên Îsraîlê dê berdewam be û her îro sibehê jî çend komelgehên wan kirine armanc.
Qematî rexneyên tund li awayê birêveçûna pêvajoya siyasî ya niha ya Libnanê girtin û ragihand; ew rêya ku Serokê Libnanê daye ber xwe nagihîje tu encamekê, ji ber ku tu karteke zextê di destê wan de nîne, ne li ser Îsraîlê û ne jî li ser Amerîkayê.
Cîgirê Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya Hizbulaha Libnanê amaje bi wê yekê jî da ku deshilata niha tenê wekî perdeyekê bo veşartina rastiyan bi kar tê, di demekê de ku zexta rastiyê ji aliyê hêzên berevaniyê û Îranê ve tê çêkirin.
Di pişkeka din a axaftina xwe de, navborî spasîya Îranê û hejmareke welatên Erebî û Rojavayî kir, ji br çêkirina zextê li ser Îsraîlê daku şer bê rawestandin. Wî eşkere jî kir ku piştî êrîşên Îsraîlê yên li ser bajarê dîrokî yê Sûrê û bajarê Nebetiyeyê li başûrê Libnanê, wan qebareya bombebaranên xwe mezintir kiriye û êrîşên xwe gihandine bajarê Heyfayê.
Ji ber berdewamiya êrîşên Îsraîlê, Îranê duhî (Duşem, 1ê Hezîrana 2026ê) gefa vekişandina ji danûstandinên ligel Amerîkayê xwaribû. Çend saet paşê, Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesteke giştgir ragihand, belê ev daxuyaniya taybet a Hizbulahê û berdewamiya bombeyaranên her du aliyan nîşan dide ku agirbest hîna bi temamî li ser erdê nehatiye çespandin.