Marco Rubio: Hîna milîs li Iraqê xwedî hejmon in

Marco Rubio
Marco Rubio

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand ku mezintirîn astenga li pêşiya Îraqê hebûna hejmona milîsên çekdar e. Hevdem tekez kir ku Waşinton dixwaze fersenda serkeftinê bide Serokwezîrê nû yê Îraqê, bi wî şertî ku nîgeraniyên wan çareser bike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê), di dema civîna xwe ya ligel endamên Kongresê de, bal kişand ser pêşveçûnên dawiyê yên Îraqê û nêrîna welatê xwe bo kabîneya nû ya Hikûmeta Iraqê.

Rubio bi eşkereyî ragihand: "Mezintirîn astengî ku rûbirûyî Îraqê dibe hebûna nifûs û hejmona milîsan e." Wî aşkere jî kir ku milîsan heta niha jî şiyaye pêgeh û bandora xwe di navxweya Îraqê de biparêzin, ku ev yek jî bala Waşintonê dikêşe.

Şertê Amerîkayê bo piştgirîkirina Serokwezîrê nû yê Iraqê

Li ser helwesta Amerîkayê li beramberî Serokwezîrê nû yê Îraqê, Rubio tekez kir ku Waşinton dixwaze serederiyeke vekirî û erênî bike û got: "Em dixwazin fersendekê bidin Serokwezîrê Îraqê, daku di karên xwe de serkeftî be."

Belê di eynî demê de, Rubio şert û çaverêkirinên welatê xwe bo vê piştgiriyê veneşartin û ragihand: "Em dixwazin Serokwezîrê nû yê Îraqê li ser binbirkirin û çareserkirina çavkaniyên nîgeraniyên me kar bike."

Rubio merema xwe zêdetir ron kir û tekez kir ku giringtirin daxwaza Amerîkayê ew e ku Serokwezîrê Îraqê wan nîgeraniyan verevîne yên ku girêdayî milîsan û çalakiyên wan ên di navxweya wî welatî de ne.

Ev daxuyanî di demekê de ne ku her îro, Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî pêşwaziya biryara hejmarek ji komên çekdar ên girêdayî Eniya “Miqawemeya Îslamî li Îraqê" kiribû, ku biryar daye ji Desteya Heşda Şebî cuda bibin û çekên xwe radestî hikûmeta federal a Bexdayê bikin.

Herwisa ev daxuyanî ligel civîna li Bexdayê ya di navbera Qasim Aracî û Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Joshua Harris de hevdem e, ku tê de piştgiriya Donald Trump bo pêngavên kontrolkirina çekan hatibû diyar kirin.