Harris: Trump piştgiriya Îraqeke serbixwe û xwedî serweriyeke temam dike

Qasim Arecî û Joshua Harris
Qasim Arecî û Joshua Harris

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê di civînekê de ligel Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê tekez li ser piştgiriya welatê xwe û Donald Trump bo hikûmeta Îraqê kir û pesna pêngavên kontrolkirina çekan da.

Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî îro (Sêşem, 2ê Hezîrana 2026ê) pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris kir û her du aliyan tevahiya rewşa siyasî ya welat û nûtirîn pêşveçûnên deverê nirxandin.

Nivîsgeha Ragihandinê ya Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê daxuyaniyek belav kir ku tê de hatiye; di wê civînê de, her du aliyan pesna "biryara Çarçoveya Hevahengiyê” kir, ku piştgiriya rênimayên hikûmetê bo kontrolkirina çekan dike. Tekez jî kir ku daxuyaniya Çarçoveya Hevahengiyê wekî nexserêyekê ye bo tenahiya welat û dûrketina ji her tiştekî ku zirarê bigihîne ewlehî û tenahiya Îraqê.

Di pareke din a wê daxuyaniyê de jî hatiye: "Di wê civînê de, her du aliyan bal kişandiye ser berdewamiya alîkarî û hevparîya di navbera Îraq û Amerîkayê de, herwisa pêşxistina peywendiyên dualî li gorî berjewendiyên hevpar ên her du welatan."

Arecî tekez jî kir ku helwesta Îraqê li ser wê hevrikiya ku li deverê diqewime nayê guhertin û piştgiriya rêya aştiyane dike.

Piştgiriya Trump bo Îraqeke xwedî serwerî

Herwisa ji aliyê xwe ve tekez li ser "piştgiriya hikûmeta welatê xwe û Trump bo hikûmeta Îraqê" kir û amaje da wê yekê ku "Waşinton piştgiriya Îraqeke serbixwe dike, ku xwediya serweriya temam be, herwisa aborî û pêşxistin bibin livînerên çalak bo Îraq û gelê wê."

Berpirsê Karûbarên Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê Joshua Harris herwesa tekez li ser "piştgirîkirina rêkarên kontrolkirina çekan ji aliyê dewletê ve" kir, daku çek tenê di destê dezgehên fermî de bimînin.