Yekemîn haleta taya xwînberbûnê li Dihokê hat tomarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, li bajarê Dihokê yekem haleta piştrastkirî ya nexweşiya "Taya Xwînberbûnê" hatiye tespîtkirin. Nexweş şivanekî 47 salî ye û xelkê parêzgeha Neynewayê ye.

Wezareta Tenduristiyê îro 3ê Hezîranê di daxuyaniyekê de aşkere kir, nexweş rûniştvanê gundê Dugirê yê ser bi nahiyeya Sinûnê ya qezaya Şingalê ye. Li gorî zanyariyan, piştî ku navborî çend caran serdana nexweşxaneyên cuda kiriye, herî dawî berê xwe daye bajarê Dihokê. Li wir ji aliyê Rêveberiya Tenduristiya Dihokê ve pişkinînên pêwîst jê re hatine kirin û hat piştrastkirin ku ew bi vîrusa taya xwînberbûnê ketiye.

Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir, nexweş bi pîşeya xwe şivan e û ji ber vê yekê rasterast bi ajalên nexweş re peywendiya wî hebûye. Hat ragihandin, niha nexweş di bin çavdêriyeke hûr a bijîşkan de ye û dermanan werdigire, lê rewşa wî ya giştî wekî "ne aram" hat pênasekirin.

Wezaretê bang li hemû welatiyan kir ku rênimayên tenduristiyê bi baldarî bicîh bînin. Her wiha daxwaz kir ku di dema dîtina her nîşaneyeke gumanbar a nexweşiyê de, an jî di dema gumanên li ser nexweşketina ajalan de, tavilê tîmên vêtînerî û nexweşxaneyan agahdar bikin, da ku rê li ber belavbûna vîrusê were girtin.

Ev nexweş bi fermî wekî yekem haleta taya xwînberbûnê ya sala 2026an li Herêma Kurdistanê tê qeydkirin. Beriya niha tenê kesekî ji naverasta Iraqê ji bo dermankirinê serdana bajarê Silêmaniyê kiribû, lê piştî wergirtina dermanan bi temamî baş bûbû û ji nexweşxaneyê hatibû derxistin.