Trump: Dibe ku ez ligel Mucteba Xameneyî bicivim

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, Tehranê razîbûna xwe nîşan daye ku nebe xwediyê çekên atomî. Trump herwiha aşkere kir, Mucteba Xameneyî rasterast beşdarî proseya danûstandinên ligel Amerîkayê dibe.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyaniyeke rojnamevanî de derbarê peywendiyên bi Îranê re û rewşa navçeyê de agahiyên nû dan. Trump destnîşan kir, Îranê qebûl kiriye ku dest ji daxwaza bidestxistina çekên atomî berde.

Herwiha Trump aşkere kir: "Mujteba Xameneyî bi awayekî rasterast di danûstandinên ligel Amerîkayê de beşdar e."

Trump diyar kir ku rewşa peywendiyên bi Îranê re bilez ber bi aliyekî "gelekî baş" ve diçe û wî eger da ku di qonaxeke din de dibe ku ew bi xwe ligel Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî bicive.

Serokê Amerîkayê bal kişand ser bandora asayîbûna peywendiyan li ser aboriyê û got: "Bi dawîbûna şer û aloziyên ligel Îranê, ez pêşbînî dikim ku bihayê benzînê di bazarên cîhanê de bi awayekî berbiçav dakeve." 

Ji aliyekî din ve, Trump nîgeraniya xwe ya kûr li ser berdewamiya pevçûnên serbazî yên di navbera Îsraîl û Hizbullaha Libnanê de anî ziman û tekez kir ku divê ev alozî bidawî bibin û aramî vegere navçeyê.

Ev daxuyaniyên Trump wekî nîşaneya nêzîkbûneke dîrokî ya di navbera Waşîngton û Tehranê de tên nirxandin, ku dikare hevkêşeyên siyasî yên Rojhilata Navîn bi temamî biguherîne.