DEM Partî: Divê qanûnek bo danana çekan bê derxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgira Seroka Fraksiyona DEM Partiyê ragihand ku; divê Parlamena Tirkiyeyê qanûneke çarçoveyî bo wan kesan derxîne yên ku çekan dadinin, daku awayê vegera wan bo nav jiyana siyasî û civakî û awayê serederiya qanûnî ligel wan ron bibe.
Cîgira Seroka Fraksiyona Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Gülüstan Kılıç Koçyiğit îro (Çarşem, 3ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de bo medyayên Tirkiyeyê amaje bi wê yekê kir ku piştî raporta komîsyonê, diviyabû qanûn hatibam derxistin, lê wextêkî zêde hatiye pûçkirin û divê parlamen di werzê havînê de jî kar li ser vê pirsê bike.
Gülüstan Kılıç Koçyiğit herwesa ragihand: "Divê parlamen qanûnekê dane, ku tê de diyar be ka ew kesên çekan dadinin çawa dikarin pişkdariyê di jiyana siyasî û civakî de bikin û nêzîkiya qanûnî li beramberî wan dê bi çi awayî be."
Nêzîkbûna salvegera danana çekan
Vê parlamentera DEM Partiyê behsa wê yekê jî kir ku di roja 11ê Tîrmeha bê de, salek dê bi ser danana çekan a 30 endamên PKKê re derbaz dibe, ku heta niha jî venegeriyane.
Li ser projeqanûnan jî, Koçyiğit aşkere kir ku AK Partiyê heta niha tu reşnivîsek pêşkêş nekiriye, lê DEM Partî xwediya reşnivîseke amadekirî ye û ligel Abdullah Ocalan jî ev mijar hatiye nîqaşkirin.
Li gorî nûçeyên medyayên Tirkiyeyê, Partiya Dad û Pêşxistinê (AK Partî) jî mijûlî amadekirina projeqanûnekê ye, ku ji 9 xalan pêk tê û dê girêdayî diyarkirina çarenivîsa wan kesan be yên ku çekên xwe dadinin û vedigerin Tirkiyeyê.