Li Behreynê zenga hişyarkirinê hat lêdan

Navenda Nûçeyan (K24) – Ligel zêdebûna aloziyên serbazî li Rojhilata Navîn, serê sibeha îro li Behreynê zenga hişyarkirinê ji êrîşa moşekî hat lêdan. Hevdem Rêxistina Deryavaniyê ya Navdewletî hişyariyê li ser metirsiyên li ser ewlehiya veguhastina cîhanî û jîngeha deryavaniyê dide.

Serê sibeha îro (Înî, 24ê Tîrmeha 2026ê) li Behreynê zenga hişyarkirinê hat lêdan, ev jî piştî wê yekê tê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hejmareka êrîşên asmanî bir ser Îranê. Wezareta Navxwe ya Behreynê li ser hesabê xwe yê tora civakî ya Xê belav kir: "Em daxwazê ji welatî û şêniyan dikin ku aram bin, biçin nêzîktirîn cîhê ewle û bi rêya kanalên fermî nûçeyan bişopînin."

Behreyn ligel her yek ji Kuweyt û Urdinê rûbirûyî êrîşên moşekî û dronî yên Îranê dibin. Ew êrîşên ku li ser Behreynê tên kirin; dezgehên enerjiyê, westgehên parzinandina avê, bender, balafirxane û çend cîhên din ên sivîl dikin armanc.

Ji aliyekî din ve, Serokê Rêxistina Deryavaniyê ya Navdewletî (IMO) Arsenio Dominguez êrîşên nû yên li ser keştiyên bazarganî li Deryaya Sor bi tundî şermezar kirin û hişyarî li ser encamên metirsîdar ên van êrîşan bo ser ewlehiya veguhastina navdewletî û jîngeha deryavaniyê da.

Arsenio Dominguez nîgeraniya xwe ya zêde li beranberî metirsiyên pîsbûna jîngehê nîşan da, ku ji encama wan rûdanên di Deryaya Sor û Tengava Hurmizê de çê dibin.

Ev helwesta Rêxistina Deryavaniyê ya Navdewletî piştî wê hat ku koma Hûsiyan a Yemenê berpirsiyariya xwe ji encamdana êrîşekê bo ser du tankerên petrolê yên Siûdî ragihand. Piştre Ajansa Nûçeyan a Siûdiyê piştrast kir ku yek ji wan tankeran di dema derbazbûna di nav Deryaya Sor de hatiye armanckirin û ji ber wê jî agir bi keştiyê ketiye.

Daxuyaniyê Serokê wê rêxistinê di demekê de ne ku, metirsiyên navdewletî li ser bandora êrîşên berdewam li ser ewlehiya deryavaniyê û têkçûna zincîra dabînkirina kelûpelan li ser asta cîhanê ber bi zêdebûnê ve diçin.