Civîna sêalî li Bexdayê: Pêngavên çarekirina arêşeya petrolê tên zêdekirin
Navenda Nûçeyan (K24) — Wezareta Petrolê ya Îraqê eşkere kir ku civîna vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê ligel şanda Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên biyanî, bi armanca nehêlana nîgeraniyan û handana wan bûye ji bo destpêkirina bilez a pêvajoya berhemanîn û hinardekirina petrola Kurdistanê.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Basim Mihemmed Xuzeyr îro (Pêncşem, 4ê Hezîrana 2026ê) tekez kir ku ew civîna ku bi serokatiya Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî bi rê ve çû, bi amadebûna şanda Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên petrolê yên biyanî ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, armanceke stratejîk li pişt bû.
Wezîrê Petrolê yê Iraqê ragihand: "Armanca sereke ya wê civînê dana piştrasiyê bi kompaniyên biyanî bû, li ser misogerkirina jîngeheke aram û guncayî bû daku di navxweyî Îraqê de kar bikin. Herwisa handana wan bû, daku yekser û bêyî derengketin dest bi pêvajoya berhemanîn û hinardekirina petrolê bikin."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe de, Wezîrê Petrolê bal kişand ser wê yekê ku mijara sereke ya danûstandinên di nav wê civînê de bal kişandiye ser wan asteng û pirsgirêkan ên ku niha rûbirûyî karên wan kompaniyan dibin.
Di vê çarçoveyê de jî, Wezîrê Petrolê eşkere kir ku Serokwezîrê Îraqê soz daye ku aliyên hikûmî yên peywendîdar erkdar bike, daku bi hûrgilî lêkolînê li ser wan pirsgirêkan bikin, ev jî bi merema vedîtina çareseriyên guncayî û bingehîn bo derbazkirina wan astengiyan.
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Kerkûk-Ceyhanê bo benderên Tirkiyeyê ji Adara sala 2023ê ve, li ser biryara Dadgeha Tehkîmê ya Navdewletî ya Parîsê, hatibû rawestandin. Ji wê demê ve, aboriya Herêma Kurdistanê û dahata giştî ya Îraqê rûbirûyî zirarên mezin ên darayî bûne, ku ew zirar bi milyaran dolaran tên texmînkirin.