Rûsyayê amadebûna xwe bo navbeynkariya navbera Îran û welatên Erebî nîşan da
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Rûsyayê ragihand ku her lihevkirineke di navbera Waşinton û Tehranê de, divê ne tenê berjewendiyên Îranê, belkî berjewendiyên welatên cîran jî tê de li ber çavan bên wergirtin, û Mosko amade ye ku ji bo kêmkirina aloziyan di navbera Îran û welatên Erebî yên Kendavê de navbeynkariyê bike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro (În, 5ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku her lihevkirineke îhtîmalî di navbera Waşinton û Tehranê de, divê ne tenê berjewendiyên Îranê, belkî berjewendiyên welatên cîran jî tê de li ber çavan bên wergirtin.
Lavrov eşkere jî kir ku divê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Komara Îslamî ya Îranê li ser wan danûstandinên ku niha "kêm û zêde" di navbera wan de hene berdewam bin. Navborî tekez jî kir ku Rûsya piştgiriya her bizavekê dike ku bibe sedema kêmkirina aloziyan li deverê.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê herwesa bal kişand ser giringiya pêşxistina danûstandinên di navbera Îran û welatên Erebî de û ragihand ku Mosko bi tevahî ji bo hêsankarî û navbeynkariyê di vî warî de amade ye. Lavrov herwesa got: "Pêşxistina diyaloga di navbera welatên Erebî û Îranê de karekî pir giring e û em dê alîkariya vê pêvajoyê bikin."
Ev daxuyaniya Lavrov di demekê de ye ku aloziyên serbazî û dorpêça deryayî ya Amerîkayê li dijî Îranê li herêmê û bi taybetî li Tengava Hurmizê ketine qonaxeke nû. Rûsya, ku hevalbendeke nêzîk a Tehranê ye, bizavê dike di navbera Îranê û welatên Erebî yên Kendavê de bibe navbeynkar, da ku rûberekî nû yê bandora siyasî li Rojhilata Navîn ji xwe re ava bike.