Li Diyarbekirê qurbaniyên Teqîna Mîtînga 5ê Hezîrana 2015an hatin bibîranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Qada Îstasyonê ya Diyarbekirê, ji bo qurbaniyên teqîna mîtînga 5ê Hezîrana 2015an a HDPê ku 5 kesan canê xwe jidest dabûn û ji 400î zêdetir kes birîndar bûbûn, bernameyek bîranînê hat li darxistin.

Di 11. Salvegera Teqîna Mîtînga HDPê ya 2015ê ya Qada Îstasyonê de bernameyek bîranînê hat li darxistin ku di teqînê de 5 kesan canê xwe jidest dabûn û ji 400î zêdetir birîndar hebûn. 

Di bîranînê de bavê qurbaniyê teqînê Ciwan Aslanî Şaban Aslan amaje kir ku hîn jî birîna wan vekiriye ku wan tenê aştiyek bi rûmet dixwestin û kurê wan bo aştiyê mir. 

Parlementerê Dem Partiyê yê Diyarbekir Mihemed Kamaç jî amaje kir, komkujiya 5ê Hezîranê de jî di komkujiya Pirsûsê de jî û di komkujiya Gara Enqereyê de jî nîşaneyên hatina komkujiyê hebûn û hêzên ewlekariyê pêşî li wan komkujiyn negirtin ku divê ev hemû komkujî ji her alî ve werin ronîkirin û hemû berpirs werin  sizadan. 

Ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve jî bo qurbaniyên mîtînga 5ê Hezîranê de canê xwe ji dest dane li cihê teqînê bîdariyek hat avakirin û qurnefîl li ser bîdariyê hatin danîn.