Herêm Kemal Axa: Çekên grûpan werin kontrolkirin, asayîşa enerjiyê parastî dibe
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Herêm Kemal Axa ragihand, di navbera Hewlêr û Bexdayê de derbarê têçûna derxistina petrolê û şayisteyên darayî yên kompaniyan de pêşketinên nû hene. Axa aşkere kir, nîqaş li ser bilindkirina têçûna her bermîlek petrolê ji bo 16 dolaran têne kirin.
Serokê Fraksiyona Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Herêm Kemal Axa, îro Şemiyê (06.06.2026) di konferansekî rojnamevaniyê de behsa encamên civînên şandeya Herêma Kurdistanê û nûnerên kompaniyên petrolê li Bexdayê kir.
Herêm Kemal Axa diyar kir ku mijara sereke ya gotûbêjan "têçûna berhemanîn û derxistina petrolê" bûye. Herwiha destnîşan kir, berê ji bo her bermîlekê 6 dolar hatibû diyarkirin, lê niha guhertin çêbûne û nîqaş li ser 16 dolaran têne kirin, da ku kompaniyên biyanî careke din dest bi xebatê bikin.
Axa wiha got: "Ew raporta ku biryar bû li ser têçûna rastî ya derxistina petrolê li kêlgehên Herêma Kurdistanê di serdema kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de were amadekirin, temam nebûbû. Lewma niha nûnerên kompaniyan û şandeya hikûmetê li ser hûrgiliyên vê raportê û têçûnên nû bi hikûmeta federal re di axaftinê de ne."
Di beşeke din a axaftina xwe de, Herêm Kemal Axa bal kişand ser hewildanên hikûmeta Iraqê yên ji bo rêkxistina hêzên çekdar û kontrolkirina çekên di derveyî qanûnê de.
Herwiha diyar kir, qonaxa niha ya hikûmetê ew e ku hemû koman bixe bin kontrola dewletê û çekên bêmolet kom bike. Axa tekez kir ku ev gav dê bandoreke erênî li ser asayîşa giştî ya Iraqê û bi taybetî li ser "ewlehiya enerjiyê" bike.