Bexda: Em ji bo derbasbûna di Tengava Hurmizê re ti bacê nadin Îranê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê hemû ew gotegotên ku dibêjin Bexda ji bo derbasbûna keştiyên xwe di Tengava Hurmizê re bacê dide Îranê, red kirin. Rayedarên Iraqî diyar dikin, pirsgirêka sereke ya hinardekirina petrolê ne Îran e, lê nebûna keştiyên taybet ên Iraqê ye.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Iraqê Qasim Arecî di daxuyaniyekê de hemû ew gotegotên derbarê dayîna bac an jî xercên derbasbûnê de red kirin. Arecî destnîşan kir, Komara Îslamî ya Îranê beriya niha bi awayekî fermî biryar daye ku Iraq ji hemû rênimayên xercên derbasbûnê yên li Tengava Hurmizê were bexşandin.
Qasim Arecî tekez kir, her agahiyek derbarê dayîna drav an jî bacê ji aliyê Iraqê ve ji bo Îranê "propagandaya pûç e" û ti bingeheke wê ya rastiyê nîne.
Li gorî agahiyan, di mehên Nîsan û Gulana îsal de, tenê sê keştiyên petrolê yên Iraqê karîne di Tengava Hurmizê re derbas bibin. Her çend Îran hêsankariyê ji bo keştiyên Iraqê dike, lê Bexda bi pirsgirêkeke teknîkî û logîstîkî re rûbirû ye.
Iraq xwediyê keştiyên taybet ên veguhastina petrolê nîne û ji bo hinardekirinê pişta xwe bi keştiyên biyanî girê dide. Lê belê, kompanyayên deryayî yên navdewletî ji ber metirsiya êrîşan, bilindbûna lêçûnên sîgorteyê û cezayên aborî, naxwazin keştiyên xwe bişînin navçeyê. Ev yek bûye sedema sereke ya astengbûna hinardekirina petrola Iraqê di wê deriya stratejîk re.