Waşinton dixwaze pereyên blokkirî yên Îranê bo welatên Kendavê xerc bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Ajansa Reutersê eşkere kir ku Amerîka amadekariyan dike da ku pereyên blokkirî yên Îranê ji bo qerebûkirina zirarên şer û piştgirîkirina pirojeyên avedankirinê li welatên hevalbendên xwe yên li Kendavê bi kar bîne; pêngavek ku çavdêr dibêjin dê zexta aborî li ser Tehranê zêdetir bike û aloziyên deverê jî kûrtir bike.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan îro (Yekşem, 7ê Hezîrana 2026ê) belav kir ku Waşinton plan dike ku pereyên blokkirî yên Îranê ji bo avedankirina wan welatên deverê bi kar bîne yên ku ji ber şer û pevçûnan zirar dîtine; ev pêngav wekî bizaveka nû ya Amerîkayê bo piştgirîkirina hevalbendên wê yên li Kendavê tê dîtin.

Ajansa Reutersê ya Nûçeyan li ser zarê çavkaniyeke agahdar ragihand: “Waşinton dê pereyên Îranê yên ku li welatên cuda cuda hatine blokkirin ji bo berjewendiya hevalbendên xwe li Kendavê bi kar bîne; ev jî bi armanca piştgirîkirina avedankirinê û wan çaksaziyên ku ji bo wan zirarên ku mimkin e li paşerojê ji aliyê Îranê ve çê bibin pêdivî ne.”

Reutersê tekez jî kiriye ku Waşinton îhtîmala bikaranîna pereyên blokkirî yên Îranê nîqaş dike, ji bo qerebukirina wan zirarên ku di şerê 60 rojî de çê bûne û herwesa ji bo rûbirûbûna xeteriyên Îranê yên di paşerojê de bi kar bîne. amaje jî daye ku Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê tîmek erkdar kiriye da ku zirara gihîştî hevpeymanên wan li Kendavê binirxînin û xerciya avakirina wan deveran bixemilînin.

Heta niha amara fermî ya pereyên blokkirî yên Îranê ne diyar e, lê li gorî texmînên hikûmeta Tehranê, di navbera 100 heta 123 milyar dolaran de ne, ku ev yek nêzîkî sêyeka tevahiya berhema navxweyî ya Îranê pêk tîne. Li gorî datayan, piraniya wan pereyan li van welatan in:

Çîn: 20 milyar dolar
Hindistan: 7 milyar dolar
Iraq: 6 milyar dolar
Qeter: 6 milyar dolar (Ev pare berê li Koreya Başûr bûn û piştî şerê Hemas û Îsraîlê li Cotmeha 2023ê ji nû ve hatin blokkirin)
Japon: 1 milyar dolar
Pêngava nû ya Amerîkayê ya ji bo bikaranîna van milyar dolara bo pirojeyên avedankirinê li Kendavê, zexteke aborî ya pir giran dixe ser Îranê, bi taybetî ku Tehran niha bi krîzeke dijwar a darayî re rûbirû bûye.

Çavdêrên siyasî diyar dikin ku ev biryara Waşintonê dibe ku bibe sedema kûrtirbûna aloziyan li deverê, di demekê de ku hêj bandorên şerê dawiyê li ser ewlehiya enerjiyê û tenahiya navdewletî berdewam in.