9 sal di ser biryara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê re derbaz bûn
Navenda Nûçeyan (K24) - Îro 9 sal di ser yek ji wêrektirîn û stratejîktirîn biryarên dîroka hevçerx a gelê Kurd re derbaz bûn, ku ew jî biryara lidarxistina Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye ku nexşeya siyasî ya deverê hejand.
Li roja 7ê Hezîrana 2017ê, di civîneke berfireh de bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî û bi pişkdariya piraniya herî zêde ya aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, biryareke dîrokî hat dan. Biryar ew bû ku di 25ê Îlona 2017ê de gelê Kurdistanê bi rêya sindoqên dengdanê çarenivîsa xwe diyar bike.
Di wê rojê de, aliyên siyasî yên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), partiyên Îslamî û neteweyî û pêkhateyên cuda di bin sîwana "Encûmena Bilind a Referandûmê" de civiyan. Peyama sereke ew bû ku piştî neh dehsalan ji derdeserî û binpêkirinên destûrê ji aliyê Bexdayê ve, êdî dema wê hatiye ku gel gotina xwe ya dawiyê bike.
Tevî zextên bêhempa yên navdewletî û gefên welatên cîran ji bo girtina sînoran û lidarxistina manorên serbazî, Serok Barzanî wekî parêzerê vê doza neteweyî di tevahiya hevdîtinên dîplomatîk û cemawerî de tekez dikir ku referandûm mafekê xwezayî û qanûnî yê gelê Kurdistanê ye û tu alternatîfek nîne ku garantiya mafan bike. Ew li ser wê yekê rijd bû ku divê gel bi xwe biryarê bide, ne ku zextên derve.
Ev rijd bûn bû sedem ku di 25ê Îlona 2017ê de, karnavaleka neteweyî ya bêhempa li Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê birêve biçe. Encama wê jî dîrokî bû; zêdetir ji 92% ya xelkê Kurdistanê bi Belê dengê xwe bo serxwebûnê da. Li gorî gotina çavdêrên navdewletî jî, di cîhanê de ew yek ji paqijtirîn û demokratîktirîn pêvajoyên dengdanê bû.
Îro piştî neh salan, biryara 7ê Hezîranê wekî werçerxaneka dîrokî tê dîtin, ku tê de Kurdan nîşan da; tevî dorpêç û cezayên bikom, xwesteka neteweyî ji bo gihîştina bi mafên rewa natewe û referandûm wekî nasnameyeka qanûnî û siyasî ya herdemî di arşîva gelê Kurd de dê zindî bimîne.