Adnan Selçûk Mizraklî piştî 7 salan azad dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê, Adnan Selçûk Mizraklî, piştî ku cezayê xwe yê heft salan temam kir, sibe ji Zîndana Edîrneyê derdikeve.

Li ser hesabê medyaya civakî yê Adnan Selçûk Mizraklî, derbarê azadbûna wî de peyamek hat parvekirin. Di peyamê de hat gotin: “Sibe, 08.09.2026 dîsa, bi hêvî û hezkirinê em bi hev re ne.”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş, ku li heman zîndanê bi Mizraklî re di heman hucreyê de dimîne, beriya du rojan agahiya azadbûna wî dabû. Demîrtaş di peyama xwe de bal kişandibû ser sîstema hiqûqî ya Tirkiyê û rexne li biryarên "Encûmena Asayîşê" girtibû ku nahêlin girtiyên siyasî ji mafê berdana bişert sûdê werbigirin.

Demîrtaş destnîşan kir ku Adnan Selçûk Mizraklî bêyî ku ji ti qanûnên kêmkirina cezayî sûdê werbigire, bi temamkirina dema cezayê xwe derdikeve. Demîrtaş rewşa zîndanê wekî "bîreke kûr ku tê de bi zehmetî henase tê girtin" pênase kir û bang li xelkê Diyarbekirê kir ku bi germî pêşwaziya Mizraklî bikin.

Adnan Selçûk Mizraklî di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an de wekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Diyarbekirê hatibû hilbijartin. Lê belê piştî demeke kurt ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve ji wezifeyê hatibû dûrxistin û qeyûm li şûna wî hatibû danîn. Mizraklî piştre bi hincetên siyasî hatibû girtin û 7 sal ceza lê hatibû birîn.

Tê çaverêkirin ku sibe hejmareke zêde ya siyasetmedar, parêzer û welatiyan li ber deriyê Zîndana Edîrneyê bo pêşwazîkirina li Adnan Selçûk Mizraklî amade bin.