Mîthat Sancar nexşerêya Ocalan aşkere dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şandeya Îmraliyê ya Partiya DEMê Mîthat Sancar, derbarê hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re û nexşerêya wî ya ji bo pêvajoya çareseriyê de ragihand, Ocalan ji bo "qanûna çarçoveyî" pêşniyarek ku ji sê sernavên bingehîn pêk tê pêşkêş kiriye: Wesfê qanûnê, sazûmaniya pêvajoyê û pênasekirina statuya aktoran. 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di 24'ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk anîbûn.

Mîthat Sancar diyar kir, her çend carinan pêvajo hêdî bibe an bisekine jî, ya herî girîng ew e ku trên ji rê dernekeve. Sancar got: "Niha trên dîsa ketiye tevgerê. Em ji wê qonaxa sekinandinê derbas bûn. Ocalan bi israr tîne ziman ku êdî dema me ya windakirinê nîne û divê berî Meclis bikeve betlaneyê, verastkirina qanûnî were kirin."

Derbarê xala yekem "wesfê qanûnê" de, Sancar eşkere kir ku Ocalan têgeha "şaneya esasî" bikar aniye. Li gorî daxuyaniyê, ev têgeh du armancên sereke yên qanûnê nîşan dide: Tamîrkirin û nûkirin.

Sancar wiha berdewam kir: "Divê qanûn zirarên ku di encama pevçûn û şer de derketine holê tamîr bike. Di heman demê de, divê mîna şaneyeke esasî bedenê, ango civakê nû bike. Armanc ew e ku pirsgirêk ji qada tundiyê ber bi zemîna hiqûq û siyaseta demokratîk ve were veguhastin. Divê ev qanûna çarçoveyî temînata hiqûqî bide siyaseta demokratîk."

Xala duyem a nexşerêyê "sazûmaniya pêvajoyê" ye. Mîthat Sancar diyar kir ku Ocalan dixwaze pêvajo ji çarçoveya hevdîtinên taybet derkeve û bibe xwedî mekanîzmayên pênasekirî. Bi vî rengî, wezîfe û berpirsiyariyên her aliyekî di bin sîwana qanûnê de zelal dibin, ku ev yek pêbawerî û domdariya pêvajoyê dabîn dike.

Di xala sêyem de jî, Ocalan pêşniyar kiriye ku "rol, statu û fonksiyonên aktoran" bi awayekî qanûnî werin diyarkirin. Sancar destnîşan kir ku di nava vê pênasekirinê de, pênasekirina rol û statuya Ocalan bixwe jî heye. Bi derketina qanûnê, dê raye û berpirsiyariyên wî di nava pêvajoyê de bi awayekî fermî werin naskirin.

Mîthat Sancar di dawiya nirxandinên xwe de tekez kir ku Abdullah Ocalan di nava xebateke kûr de ye û ji bo pêşvebirina aştiyê, giringiyeke taybet dide formulên qanûnî û demokratîk. Sancar bang li hemû aliyan kir ku ji bo serkeftina vê nexşerêyê, berpirsiyariya xwe bînin cih.