Ismaîl Beqayî: Em ê bersiva her êrîşeke Amerîkayê bidin

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê ragihand, pirsgirêka sereke ya welatê wî di danûstandinên ligel Waşingtonê de, vedigere ser helwestên dijber û nezelal ên Amerîkayê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro 7ê Hezîrana 2026an, di hevpeyvînekê de ji bo kanala "CNN"ê ragihand, pirsgirêka wan a sereke ya bi Waşingtonê re "helwestên dijber û nezelal ên Amerîkayê ne."

Beqayî Washington tawanbar kir ku bi êrîşkirina ser keştiyên Îranê peymana agirbestê binpê dike. Herwiha hişyarî da ku rewşa navçeyê ji ber "serkêşiyên Amerîkayê" pir metirsîdar e û got: "Em ê bersiva her êrîşekê bidin ku li dijî me were kirin." Her wiha Taran daxwaz dike ku Washington hemû ambargoyên aborî rake û darayiyên Îranê yên blokekirî azad bike.

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê Rêberê nû yê Îranê Muctaba Xameneyî de got: "Ew ciwantir e, ez bawer dikim ku li gorî paşerojê baqiltir û mentiqîtir e." Trump aşkere kir ku ew amade ye rasterast bi Xameneyî re bicive, her çend heta niha peywendiyeke rasterast di navbera wan de çênebûye.

Trump tekez kir ku ew nêzîkî rêkeftineke dawî ne, lê şertê wan ê sereke tunekirina uranyuma dewlemendkirî ye: "Heger em li hev bikin, em ê bi hev re uranyumê kom bikin û tune bikin. Heger em li hev nekin, em ê bi tundî êrîş bikin û em bi xwe wan madeyên atomî kom bikin. Îran nabe bibe xwediyê çekên atomî."

Derbarê hêza leşkerî ya Îranê de, Trump got ku wan artêşa Îranê bi temamî lawaz kiriye û tenê %21 heta %22ê mûşekên wan mane. Trump diyar kir, 50 hezar serbazên Amerîkî dê li navçeyê bimînin heta ku erkê wan bidawî dibe.

Trump her wiha qebûl kir ku girtina Tengava Hurmizê û ambargo bûne sedema bilindbûna nirxê petrolê û bandor li cotkarên Amerîkî kiriye, lê got: "Ev bacekî pêwîst bû ji bo rêgirtina li çekên atomî. Bi dawîbûna şer re, nirxê petrolê dê bi lez dakeve."