Parêzgarê Helebê li Kobanê ye: Av, bazirganî û entegrasyona îdarî di rojevê de ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ligel şandeyekê serdana bajarê Kobanê kir. Di serdanê de mijarên stratejîk ên wekî kişandina ava Firatê, vekirina deriyê sînorî, dosyaya dîlgirtiyan û entegrasyona saziyan bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Parêzgar Ezam Xerîb û şandeya pê re, bi armanca şopandina rewşa herêmê û xebata saziyan di çarçoveya qonaxa entegrasyonê de, îro 7ê Hezîranê serdana bajarê Kobanê kir. Parêzgar li navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Rêveberiya Herêma Kobanê gerî û li daxwaz û pêdiviyên saziyan guhdarî kir.
Di hevdîtinên ligel Rêveberiya Herêmî de, çend daxwazên sereke yên şêniyên Kobanê hatin pêşkêşkirin. Ya herî giring, projeya kişandina avê ji Çemê Firatê ber bi Kobanê û gundewarên wê ve bû. Her wiha vekirina kanalên avdanê ji bo piştgiriya çandiniyê û vekirina Deriyê Murşid Pinarê yê sînorî hatin gotûbêjkirin.
Ezam Xerîb diyar kir, parêzgeha Helebê pabendî piştgirîkirina projeyên stratejîk û pêşxistina binesaziya Kobanê ye û dê di qonaxa bê de hevkariya îdarî xurtir bibe.
Dosyaya dîlgirtiyan û mafên jinan
Dosyaya dîlgirtiyan yek ji mijarên herî hestiyar ên serdanê bû. Parêzgar bi hejmarek malbatên dîlgirtî û şehîdan re civiya û destnîşan kir ku nîqaşên ji bo berdana dîlgirtiyan û çareserkirina vê dosyayê bi awayekî cidî berdewam dikin.
Ji aliyekî din ve, Parêzgarê Helebê serdana Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê kir û bi rûspî û rayedarên herêmî re civiya. Di civînê de mijarên hiqûqî û civakî, mîna garantîkirina mafên jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de û xurtkirina beşdariya wan di avakirina welat de hatin gotûbêjkirin.
Navên Kurdî û taybetmendiya çandî
Di hevdîtinan de bal hat kişandin ser pirsgirêka navlêkirinên îdarî yên herêmên Kurdî. Hat tekez kirin ku giring e navên herêman li gorî taybetmendiyên çandî û civakî yên şêniyan werin pejirandin.
Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb di dawiya serdana xwe de got: "Serdana me ya Kobanê di çarçoveya xurtkirina yekkirina xebata saziyan û dabînkirina aramiya îdarî de ye, ku ev yek dê bandoreke rasterast û erênî li jiyana welatiyan bike."