Qalîbaf: Baregehên Amerîka û Îsraîlê armancên me yên rewa ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ragihand, ji ber dorpêça deryayî ya li dijî gelê Îranê û piştgiriya Washingtonê ya ji bo Tel Avîvê, hemû baregeh û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li navçeyê ji bo hêzên wan bûne "armancên rewa".

Serokê Parlamena Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf îro 7ê Hezîrana 2026an di peyamekê de li ser hesabê xwe yê platforma "X"ê, hişyariyên tund dan Amerîka û Îsraîlê. Qalîbaf diyar kir, aliyê beramber ne pabendî agirbestê ye û ne jî baweriya wan bi diyalogê heye.

Serokê Parlamenê di peyama xwe de wiha nivîsand:"Ambargoya deryayî ya li dijî gelê Îranê û piştgiriya berdewam a Washingtonê ji bo Tel Avîvê, baregeh û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê li navçeyê, dike armancên rewa yên hêzên me yên çekdar. Destê hêzên me mîna her tim li ser tetikê ye."

Di heman çarçoveyê de, Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Parlamena Îranê, Îbrahîm Rezayî, diyar kir ku ew ê bersiveke "yekalîker û biêş" bidin êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê.

Rezayî herwiha got: "Îşev li asmanê Îsraîlê binêrin."