Wezîrê Darayî yê Iraqê: Pirsgirêka mûçeyên Kurdistanê bi temamî tê çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî yê Iraqê soz da ku pirsgirêka mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bi yekcarî çareser bike û ji mehên bê ve mûçe ligel fermanberên din ên Iraqê, di dema xwe de werin şandin.

Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlamentoya Iraqê îro 7ê Hezîranê serdana Wezîrê Darayî yê Federal Falih Sarî kir. Li gorî agahiyên peyamnêrê Kurdistan24ê li Bexdayê, armanca sereke ya serdanê gotûbêjkirina mûçeyên fermanberan û şayisteyên darayî yên cotkarên Herêma Kurdistanê bû.

Di civînê de, Wezîrê Darayî Falih Sarî soz da fraksiyona PDKê ku êdî di şandina mûçeyên Herêma Kurdistanê de ti astengî û derengketin çênebin. Sarî diyar kir, ji bo mehên bê, mûçeyên Kurdistanê dê bi awayekî hevaheng û hevdem ligel mûçeyên fermanberên federal werin xerckirin.

Mijareke din a giring a civînê, dahatên ne-neftî yên Herêma Kurdistanê bû. Li gorî agahiyan, Wezîrê Darayî soz daye ku komîteyeke hevbeş were avakirin, da ku li ser bingeha "terazûya pêdaçûnê" û li gorî dahatên navxwe yên Herêmê biryarê bidin.

Li gorî vê pêngavê, biryar e nîvê dahatên ne-neftî yên Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta federal were vegerandin. Lê belê, cîbicîkirina vê biryarê bi şertê pesendkirina di civîna bê ya Encûmena Wezîran a Iraqê de ye.

Ji aliyê xwe ve, Berdevkê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Daner Ebdulxefar ji Kurdistan24ê re ragihand: "Hemû hewildanên me ber bi wê aliyê ve ne ku li ser dahatên ne-neftî rêkeftinek were kirin û di serdema vê kabîneyê de pirsa mûçeyan bi temamî were vekirin."