Şêwirmendê Xameneyî: Îsraîlê bi bombebarankirina Libnanê maseya danûstandinan şewitand
Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Mihemed Moxêbir ragihand, Îsraîlê bi bombebarankirina Libnanê "maseya danûstandinan şewitandiye". Îranê hişyarî da ku dê Îsraîl di demeke nêz de baceke giran û biêş bide.
Mihemed Moxêbir îro 7ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê platforma "X"ê peyamek belav kir û destnîşan kir, di demekê de ku navbeynkar ji bo danûstandinan li Îranê bûn, Îsraîlê Libnan bombebaran kir û bi vî rengî bo cara sêyemîn maseya danûstandinan têk da.
Moxêbir di daxuyaniya xwe de Îsraîl bi binpêkirina peymanên agirbestê tawanbar kir û got: "Em ê bi zimanê hêzê bi peymansikan re biaxivin. Eniya berxwedanê yek laş e û bi diltewatî dê di qadê de bersiveke tund û biêş bide vê destdirêjiyê."
Ev daxuyaniyên tund piştî êrîşeke asmanî ya giran a artêşa Îsraîlê ya li ser herêma Dahiya ya li başûrê Beyrûtê hatin. Hat ragihandin ku fermana vê êrîşê rasterast ji aliyê Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê Israel Katz ve hatiye dayîn.
Di heman demê de, Berdevkê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya Parlamena Îranê Îbrahîm Rezayî tekez kir, Tehran dê bersiveke yekalîker bide van êrîşan. Rezayî bi peyameke sînorî hişyarî da û got: "Divê hûn li bendê bin ka dê îşev di asmanê 'herêmên dagirkirî' (Îsraîl) de çi biqewime."