Baregeha Xatemul-Enbiya hişyariyeke tund dide Îsraîlê
Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha Xatemul-Enbiya ya Îranê hişyariyeke tund da Îsraîlê û ragihand, eger êrîşên li ser başûrê Libnanê û taxa Dahiyayê ya Beyrûtê ranewestin, dê kûrahiya axa Îsraîlê û piştgirên wê bibin armanca "êrîşên wêranker" û "gurzeyên kemberşkên".
Fermandariya Baregeha Xatemul-Enbiya îro 7ê Hezîrana 2026an, di daxuyaniyekê de diyar kir, Îsraîl bi binpêkirina berdewam a agirbestê û bi "çira kesk" û piştgiriya Amerîkayê, di bin bêdengiya civaka navdewletî de sûcên xwe yên li dijî gelê Libnanê zêdetir dike.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Îranê beriya niha hişyarî dabû, lê Îsraîlê bi derbaskirina hemû hêlên sor êrîşên xwe yên li ser başûrê Libnanê û taxa Dahiyayê ya Beyrûtê berfireh kirine. Baregehê ragihand: "Me berê jî hişyarî dabû ku di rewşa berfirehkirina sûcan de li Dahiyayê, em ê armancên xwe yên di nava axa dagirkirî de bixin."
Fermandariya Baregeha Xatemul-Enbiya bang li artêşa Îsraîlê kir ku êrîşên xwe rawestîne û wiha hişyarî da: "Di rewşa berfirehkirina êrîşên li ser wan navçeyan, an jî di rewşa bersivdayîna çalakiyên me de, Îsraîl dê bi gurzeyên kujertir û poşmanker re rûbirû bibe. Em ê êrîşên wêranker li dijî wan bidin destpêkirin."
Sê pêlên mûşekan hatin avêtin
Ev daxuyaniya tund a Baregeha Xatemul-Enbiya di demekê de tê ku derengiya îşev, Îranê bi sê pêlên li pey hev mûşek barandin ser Îsraîlê. Di encama van êrîşan de li gelek bajarên Îsraîlê dengê teqînên mezin hatin bihîstin û sîstemên berevaniya asmanî ketin tevgerê.