Pasdarên Îranê: Operasyona îşev tenê hişyarî bû
Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdarên Îranê ragihand, wan wek bersiv ji bo êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê, baregeha asmanî ya "Ramat David" a artêşa Îsraîlê bi mûşekên balîstîk armanc girtiye.
Peywendiyên Giştî yên Supaya Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê, îro 07.06.2026an di daxuyaniyekê de sedemên operasyona mûşekî ya îşev aşkere kirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, Hêzên Supayê baregeha asmanî ya "Ramat David" armanc girtiye, ji ber ku ev baregeh "çavkaniya sereke ya êrîşên li ser Libnanê" bûye.
Supaya Pasdaran destnîşan kir, pejirandina agirbestê ji aliyê Tehranê ve "bi şert" bû û girêdayî rawestandina şer li hemû eniyan bû. Lê belê, "Amerîka û Îsraîl pabendî sozên xwe nebûne."
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Îsraîlê tevî berdewamiya êrîşên li ser Libnanê û komkujiyên li Sûr, Nebetiye û Dahiyayê, çendîn caran êrîşî keştiyên Îranê li Tengava Hurmizê, Deryaya Oman û Okyanûsa Hindî kiriye. Bi van kiryaran rêkeftina agirbestê hatiye binpêkirin."
Supaya Pasdaran di dawiya daxuyaniya xwe de hişyariyeke tund da Tel Avîv û Washingtonê: "Operasyona îşev tenê hişyariyek bû. Eger her cure destdirêjî dubare bibe, bersivên Îranê dê pir berfirehtir bin û dê hemû armanc û berjewendiyên Amerîka û Îsraîlê yên li navçeyê bigirin."
Ev êrîş di demekê de pêk hat, Îranê îşev bi sê pêlên mûşekên balîstîk êrîşî navenda Îsraîlê kirin û li gelek bajaran dengê teqînên mezin hatin bihîstin.