Asmanê Iraqê ji bo 72 saetan hat girtin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber geşedanên leşkerî û rageşiya li navçeyê, desthilatên Iraqê biryar dan ku asmanê welat bi temamî li ber geştên asmanî bigirin.
Rêveberê Firokehaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Kurdistan24ê re ragihand, asmanê Iraqê ji bo heyama 72 saetan dê li ber hemû geştên asmanî girtî bimîne.
Ev biryar piştî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Îsraîlê û rûbirûbûna leşkerî ya li navçeyê hat stendin.
Herwiha Rêveberiya Firokehaneyên Iraq di daxuyaniyekê de bal kişand ser wê yekê jî ku piştî bi dawîhatina dema diyarkirî (72 saet), dê careke din rewş were nirxandin û li ser bingeha daneyên teknîkî û ewlehiyê, biryara guncav derbarê destpêkirina geştan an jî dirêjkirina maweyê girtina asman tê dayîn.
Ji ber derbasbûna mûşekan di asmanê Iraqê re û ji bo parastina ewlehiya firokeyên sivîl, hemû geştên asmanî li firokehaneyên Hewlêr, Bexda û bajarên din hatin rawestandin.