Trump ji Îranê re: We mûşekên xwe avêtin, vegerin ser maseya danûstandinan
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî êrîşên mûşekî yên Îranê yên li ser Îsraîlê, bang li Taranê kir ku êrîşên xwe rawestîne û vegere ser maseya danûstandinan. Trump her wiha rexne li Îsraîlê girt û got ku bombebarankirina Beyrûtê bêyî hevahengiya ligel Washingtonê hatiye kirin.
Donald Trump Îro 7ê Hezîrana 2026an, di peywendiyeke telefonî ya rasterast de ligel kanala "Fox News", peyamek ji bo serkirdatiya Îranê re şand û got: "Tiştê ku ez ji bo Îranê pêşniyar dikim ev e: We mûşekên xwe avêtin, êdî bes e. Vegerin ser maseya danûstandinan û rêkeftinekê îmze bikin."
Trump diyar kir, beriya vê pêşhata leşkerî, tenê çend roj mabûn ku Amerîka û Îran rêkeftinekê îmze bikin, lê van êrîşan proseya danûstandinan aloz kiriye.
Trump tekez kir ku ambargoyên deryayî aboriya Îranê pûç kiriye û Tehran rojane bi sedan milyon dolar ziyanê dibîne. Trump got jî: "Em xwediyê artêşa herî bi hêz a cîhanê ne, lê ez dixwazim Îran rêkeftinê bike, da ku em neçar nebin dîsa hêza serbazî bikar bînin."
Serokê Amerîkayê nerazîbûna xwe li hember êrîşên Îsraîlê yên li ser paytexta Libnanê, Beyrûtê anî ziman û got: "Ez ji wan êrîşên ku Îsraîlê birin ser Beyrûtê ne kêfxweş im." Trump aşkere kir jî, operasyonên Îsraîlê yên di nava paytexta Libnanê de bêyî hevahengiya ligel Amerîkayê hatine kirin.
Li gorî malpera "Axios", Trump her wiha diyar kiriye: "Ez ê niha peywendiyê bi Netanyahu re bikim û jê re bibêjim ku wek bersiv êrîşî Îranê neke."
Ev daxuyaniyên Trump piştî wê yekê tên ku Îranê bi çar pêlên mûşekên balîstîk êrîşeke berfireh bir ser Îsraîlê. Supaya Pasdaran ragihand, ev êrîş "bersivek" bû ji bo bombebarankirina Beyrûtê û tenê wek "hişyariyekê" hatiye kirin.
Pasdaran hişyarî da ku eger Îsraîl êrîşên xwe bidomîne, dê hemû baregehên Amerîka û Îsraîlê yên li navçeyê bibin armancên wan.