Wezareta Derve ya Îranê: Êrîşên me yên li ser Îsraîlê bersiva binpêkirina agirbestê ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îranê destnîşan, êrîşên li ser Îsraîlê bersiveke rewa ne, li hember binpêkirinên berdewam ên agirbestê û êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnan û berjewendiyên Îranê.
Wezareta Derve ya Îranê di daxuyaniyê de got: "Piştî binpêkirina berdewam a agirbesta 8’ê Nîsanê û dubarebûna kiryarên êrîşkar ên Îsraîlê li ser Libnan û Îranê, hêzên çekdar ên Îranê li hin armancên serbazî li bakurê axa Filistînê dan."
Wezareta Derve ya Îranê bal kişand ser wê yekê ku Îsraîlê di du hefteyên dawî de bi hevahengiya artêşa Amerîkayê, êrîşî keştî û armancên Îranî li herêmên başûrê Îranê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê li gorî "Madeya 51emîn a Peymana Neteweyên Yekgirtî" û wekî mafekî rewa yê parastina cewherî ev êrîş pêk anîne.
Tehranê di daxuyaniya xwe de tekez kir, agirbesta li Libnanê beşeke sereke ya lihevkirina meha Nîsanê ye. Her wiha hikûmeta Amerîkayê jî wekî berpirsyara rasterast a binpêkirinên Îsraîlê, encamên van êrîşan û zêdebûna rageşiya li navçeyê dît.
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Îranê de hişyariyeke tund da û got: "Her cure serpêhatiyeke nû ya Îsraîlê li dijî Libnanê yan jî Komara Îslamî ya Îranê, dê bi bersiveke hîn tundtir û berfirehtir a hêzên çekdar ên Îranê re rûbirû bimîne."