Ebas Araqçî û Fuad Husên pêşhatên serbazî yên navçeyê gotûbêj dikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrên derve yên Iraq û Îranê di peywendiyeke telefonî de, pêşhatên herî dawî yên ewlehiyê û êrîşên mûşekî yên Tehranê yên li ser Îsraîlê nîqaş kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Araqçî Serê sibêya îro Duşemê, 8ê Hezîrana 2026an, peywendiyeke telefonî bi Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên re pêk anî.
Di wê peywendiya telefonî de, Araqçî hûrgilî û sedemên êrîşên mûşekî yên welatê xwe yên li ser Îsraîlê ji hevtayê xwe yê Iraqî re şirove kirin.
Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir, ev êrîş wekî bersivekê bûn li hember "binpêkirina berdewam a agirbest ku di 8ê Nîsanê de li ser hatibû lihevkirin û her wiha wekî bertekekê li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser axa LIbnanê ye.
Her di wê peywendiyê de, her du aliyan derbarê encamên van alozî û metirsiyên berfirehbûna şer li navçeyê de nêrînên xwe parve kirin.