Awareyên Şingalê bi rêya cotkariyê debara jiyana xwe dikin

Dihok (K24) – Piştî koçberbûna wan ber bi parêzgeha Dihokê ve, hejmareke mezin a awareyên Şingalê li şûna ku li benda alîkariyan bimînin, dest bi karê cotkariyê kirine û bi berhemên xwe bazara herêmê dewlemend dikin.

Beşek ji awareyên Şengalê yên ku li sînorê parêzgeha Dihokê niştecî ne, bi çandina berhemên havînê yên wekî tomate û xiyaran debara malbatên xwe dikin. Ev cotkar bi kirêkirina erdên çandiniyê yan jî bi hevparî ligel xwediyên erdan, karê çandiniyê bipêş dixin.

Mazin Qiranî, ku yek ji wan cotkarên awara ye, ji Kurdistan 24ê re diyar kir, ew nêzîkî 10 salan e bi vî karî ve mijûl e. Mazin bal kişand ser zehmetiyên kar û got: "Karê çandina tomateyan gelekî zehmet e. Em rojê nêzîkî 7-8 saetan di nava zeviyan de dixebitin. Her çend lêçûnên derman û kîmyayê giran bin û bihayê berheman di dema çinînê de erzan bibe jî, em bi keda xwe debara malbata xwe dikin."

Alîkarê Rêveberê Giştî yê Çandiniya Dihokê Muslih Hesen, eşkere kir ku ew wekî hikûmet deriyên piştgiriyê ji bo hemû cotkaran vekirine û hewl didin hêsankariyan ji bo firotina berhemên wan di bazarê de bikin.

Li gorî amarên Rêveberiya Çandiniya Dihokê, tê pêşbînîkirin ku di vê werzê de tenê berhema tomate û xiyaran bigihîje 128 hezar tonan. Ev yek jî nîşan dide ku keda cotkarên aware ne tenê ji bo debara wan, lê ji bo dabînkirina pêwîstiyên navxweyî yên parêzgeha Dihokê jî roleke sereke dilîze.

Her çendî berhem zêde be jî, cotkarên Şingalî gazinan ji giranbûna lêçûnên çandiniyê û nebûna planeke guncaw a ji bo parastina bihayê berheman di bazarê de dikin.