Îsraîlê navenda pîşesaziya petrokîmyayê ya Mahşehrê bombebaran kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îsraîlê di çarçoveya êrîşên xwe yên berfireh de, vê carê navendeke pîşesaziya petrokîmyayê li başûrê rojavayê Îranê kir armanc. Ji ber êrîşê ferman hat dayîn ku hemû karker ji navendê werin dûrxistin.

Artêşa Îsraîlê îro 8ê Hezîrana 2026an ragihand, hêzên wan ên asmanî bi fermana saziya îstîxbarata leşkerî, êrîşî Komelgeha Petrokîmyayê ya Benderê Mahşehrê kirine ku dikeve başûrê rojavayê Îranê.

Rêxistina Taybet a Aboriya Petrokîmyayê ya Mahşehrê piştrast kir, di encama êrîşa Îsraîlê de parzûngeha Karûnê hatiye lêdan. Ji bo parastina canê karmendan, rêveberiya navendê daxwaz kir ku bi lezgînî hemû karker qada pîşesaziyê vala bikin û ji herêmê dûr bikevin.

Ev êrîşa li ser navenda petrokîmyayê tenê saetek piştî êrîşên li ser navend û rojavayê Îranê pêk hat. Artêşa Îsraîlê tekez dike, ev bombebaran "bersiveke rasterast" e ji bo êrîşên mûşekî yên Îranê. 

Supayê Pasdaran ê Îranê şeva borî bi dehan mûşek ber bi bajarên Îsraîlê ve avêtin û hinek ji wan li paytext Tel Evîvê ketin, sedema van êrîşan wekî pabendnebûna Îsraîl û Amerîkayê bi agirbestê û berdewambûna bombebaranên li ser Libnanê û devera Dahiyê ya Beyrûtê nîşan da.