Hûsiyên Yemenê tevlî şer dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên çekdar ên Yemenê (Hûsî) ragihand, wan bi mûşekan navçeya Yafa ya li Tel Evîvê kiriye armanc û li Deryaya Sor li dijî hemû keştiyên Îsraîlî dorpêçeke tund a deryayî ragihandine.

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yehya Serî di daxuyaniyeke vîdyoyî de aşkere kir, hêzên wan di çarçoveya "bersivdayîna êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser Libnan, Xezze û Îranê" de, bi çendîn mûşekan li "armancên hestiyar" ên Îsraîlê yên li navçeya Yafayê dane.

Berdevkê artêşa Yemenê di daxuyaniya xwe de sê xalên sereke wekî stratejiya xwe ya nû ragihandin:

- Çûnhatina hemû keştiyên Îsraîlî li Deryaya Sor bi temamî hatiye qedexekirin. Ji îro pê ve, her tevgereke van keştiyan ji bo hêzên Yemenê dibe "armanceke rewa".

- Yemen dê bi hevahengiya ligel eniyên din ên berxwedanê, êrîşên xwe yên li dijî Îsraîlê berfirehtir bike, wekî tolhildanekê ji bo êrîşên li ser Xezze, Libnan û Îranê.

- Yehya Serî tekez kir ku mafê gelê Yemenê û gelên navçeyê heye ku xwe biparêzin û operasyonên wan dê berdewam bikin, heta ku êrîş û dorpêça li ser eniya wan bi dawî dibe.

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin, operasyonên Yemenê yên li dijî Îsraîlê dê di rojên pêş de "bi hêztir û bi bandortir" bên kirin.