Yekîtiya Ewropayê bang li Îran û Îsraîlê dike ku vegerin ser maseya danûstandinan

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas piştî êrîşên dualî yên Îran û Îsraîlê, bang li her du aliyan kir ku rewşê hêwir bikin û hişyarî da ku navçe nêzî karesateke mezin dibe.

Piştî ku rageşiya di navbera Tehran û Tel Evîvê de derbasî qonaxeke nû û xeternak bû, Yekîtiya Ewropayê (YE) ket nava tevgerê. Berpirsa Bilind a Siyaseta Derve ya YE’yê Kaja Kallas ji ajansa AFP’ê re ragihand, zêdebûna aloziyan metirsiyeke mezin li ser hewlên agirbestê û dawîanîna li şer çêdike.

Kaja Kallas di daxuyaniya xwe de got: "Şeva borî me dît ku careke din alozî bi awayekî berçav zêde bûn. Navçeye pêdivî bi zêdekirina rageşî û aloziyên nû nîne." Kallas bang li her du welatan kir ku li şûna şer, vegerin ser maseya danûstandinan û li ser rêkeftinekê li hev bikin daku dawî li vê qeyrana kûr were anîn.

Ev banga Yekîtiya Ewropayê piştî êrîşên dijwar ên şeva borî 7ê Hezîranê hat. Supayê Pasdaran ê Îranê bi dehan mûşek avêtin kûrahiya Îsraîlê û Tel Evîv kir armanc. Îranê ev êrîş wekî bersivek ji bo bombebaranên li ser Libnanê û "pabendnebûna Îsraîl û Amerîkayê bi agirbestê" binav kir.

Ji aliyê din ve, Artêşa Îsraîlê wekî bersiv, sibeha îro gelek navendên leşkerî li navend û rojavayê Îranê bombebaran kirin. Di nav armancan de navenda mezin a petrokîmyayê li bajarê Mahşehrê jî hebû.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê tekez kir ku di warê parastin û êrîşê de, ew di asta herî bilind de amade ne û çavdêriya hemû liv û tevgerên Îranê dikin. Medyaya Îsraîlî jî ragihand, dibe ev pêla êrîşan çend rojan berdewam bikin.