Hinardekirina petrola Iraqê bo Sûriyeyê: Rojane bi sedan tanker derbas dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Veguhastina petrol û sotemeniyê ji Iraqê ber bi axa Sûriyeyê ve bi rêya dergehên sînorî yên fermî berdewam dike. Ev sotemenî rasterast ji bo parzûngeha Baniyasê tê şandin, daku pêwîstiyên navxweyî werin dabînkirin.

Pêvajoya hinardekirina petrola Iraqê bo Sûriyeyê, ku di çarçoveya rêkeftinên aborî û hevahengiya her du welatan de birêve diçe, her ku diçe berfirehtir dibe. Tankerên sotemeniyê bi rêya bejayî barê xwe digihînin kûrahiya axa Sûriyeyê.

Li gorî agahiyan, rojane derdora 400 tankerên petrolê ji Iraqê derbasî Sûriyeyê dibin. Berhemên ku tên veguhastin bi piranî "sotemeniya reş" petrola xav û berhemên din ên enerjiyê ne. Armanca sereke ya vê hinardekirinê, dabînkirina sotemeniyê ye ji bo parzûngeh û santralên elektrîkê yên Sûriyeyê.

Şofêrên Iraqî yên ku vî barî vediguhêzin diyar dikin ku piştî astengiyên li Tengava Hurmizê û rêyên deryayî, niha rêya bejayî ya bi ser Sûriyeyê re bûye alternatîfeke girîng. Şofêrê tankerê Mihemed Hemad ji Kurdistan24ê re got: "Rojane bi sedan tanker derbas dibin. Sûriye welatekî aram e û em bi germî tên pêşwazîkirin. Em sotemeniyê ji Iraqê tînin bo parzûngeha Baniyasê."

Şofêr Ebdulxenî Ehmed jî destnîşan kir ku her tankerek nêzîkî 30 ton yan zêdetir bar hildigire û ev pêvajo bi awayekî rêkûpêk berdewam dike.

Karwanên sotemeniyê piştî ku ji sînor derbas dibin, di bin çavdêriya hûr û rasterast a hukûmetê û Kompanyaya Petrola Sûriyeyê de ber bi Baniyasê ve diçin. Tê gotin ku rojane zêdetirî 500 hezar ton petrol digihîje navenda Baniyasê. Ev hevahengî wekî beşek ji hewildanên her du welatan tê dîtin daku krîza enerjiyê li navçeyê kêm bikin û bazirganiya dualî geş bikin.