Ibrahîm Rezayî ji Kurdistan24ê re: Dema bêdengî û xwegirtina Îranê bidawî bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komîsyona Ewlehî û Siyaseta Derve ya Parlamena Îranê Ibrahîm Rezayî di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê, hişyariyeke tund da Amerîka û Îsraîlê û ragihand ku Tehran êdî li hemberî êrîşan bêdeng namîne.

Ibrahîm Rezayî îro 8ê Hezîrana 2026an di daxuyaniya xwe de Amerîka wekî "tawanbarê yekem" a alozî û bûyerên navçeyê binav kir. Rezayî destnîşan kir, Îsraîl bêyî erêkirina Washingtonê ti gavan navêje û got: "Amerîka bi pereyê bacê yê gelê xwe, çek û firokeyan dide Îsraîlê daku van êrîşan pêk bîne."

Rezayî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Libnanê û tekez kir, hedê wan ê sebirê nemaye û got: "Dema xwegirtin û bêdengiya Îranê ya li hemberî kiryarên Amerîka û Îsraîlê derbas bûye. Êrîşa li ser Libnanê ji bo me wekî êrîşa li ser Îranê ye, lewma me bi tundî bersiv da."

Berdevkê Komîsyona Ewlehî diyar kir, Îran niha di pozîsyoneke pir bihêz de ye û got: "Em niha di lûtkeya hêza xwe de ne. Di 'şerê 40 rojan' de em hîn bûn ka em ê Amerîka û Îsraîlê çawa têk bibin. Divê Amerîkî û Îsraîlî li benda rojên gelekî xerabtir û bi êştir bin."

Ev daxuyaniya tund piştî wê yekê tê ku şeva borî Supayê Pasdaran bi dehan mûşek ber bi Tel Evîv û bajarên din ên Îsraîlê ve avêtin. Îranê da zanîn, ev êrîş wekî bersivek ji bo bombebarankirina devera Dahiyê ya Beyrûtê û pabendnebûna aliyan bi agirbestê ve hatiye kirin.

Wekî bersiv, sibeha îro firokeyên şer ên Îsraîlê li navend û rojavayê Îranê çendîn armancên leşkerî û herwiha navenda petrokîmyayê li Mahşehrê bombebaran kirin. Artêşa Îsraîlê ragihand ku ew di amadebaşiya herî bilind de ne û dibe ku ev êrîşên wan çend rojan berdewam bikin.