Hûsiyên Yemenê ji Kurdistan24ê re: Eger Amerîka beşdarî şer bibe, em ê li keştiyên wan bidin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarekî leşkerî yê Hûsiyên Yemenê hişyarî da Îsraîlê ku êrîşên li ser Îran û Libnanê bide sekinandin û ragihand; eger îsbat bibe ku Amerîka beşdarî êrîşan bûye, ew ê keştiyên Amerîkayê yên li Deryaya Sor bikin armanc.
Fermandarê leşkerî yê Hûsiyan Ebdulxenî Elî Zubeydî îro 8ê Hezîranê di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistan24ê re ragihand, hêzên wan "beşeke sereke ya vî şerî ne". Zubeydî diyar kir, çi li ser Îran, Beyrût yan jî Xezzeyê êrîş pêk werin, ew ê bêdeng nemînin.
Zubeydî bal kişand ser şiyana leşkerî ya Yemenê û got: "Hûsî xwedî teknolojiyeke pêşkeftî ya mûşekên balîstîk, mûşekên ji deng leztir û hêza deryayî ne. Me berê ev çek li ser Îsraîl û Amerîkayê ceribandine."
Fermandarê Hûsî herwiha destnîşan kir, daxuyaniya îro ya berdevk Yehya Serî tê wateya destpêkirina operasyonên leşkerî yên "curbecur û nû", heke Îsraîl êrîşên xwe yên li ser Yemen, Îran û Libnanê ranegire.
Derbarê helwesta wan a li hemberî Amerîkayê de, Zubeydî got ku heta niha Amerîkayê bi fermî beşdariya xwe di êrîşên ser Îranê de ranegihandiye, lewma dibe ku di vê qonaxê de keştiyên wan nebin armanc.
Lê belê Zubeydî got: "Eger were îsbatkirin ku Amerîka beşdarî êrîşên li ser Îranê bûye yan jî bi xwe daxuyaniyeke wiha bidin, bêguman biryara qedexekirina çûnûhatinê û lêdana keştiyan a li Deryaya Sor, dê keştiyên Amerîkayê jî bigire nav xwe."