Trump bang li Îran û Îsraîlê kir: Divê êrîş demildest rawestin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump piştî destpêkirina pêleke nû ya şer a di navbera Tehran û Tel Evîvê de, peyameke bilez weşand û daxwaz kir ku her du alî demildest êrîşên xwe bidin sekinandin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma xwe ya "Truth Social" îro 8ê Hezîranê peyameke kurt û bi zimanekî tund arasteyî Îran û Îsraîlê kir. Trump bi awayekî fermanî nivîsî: "Divê Îsraîl û Îran demildest êrîşên xwe yên li ser hev rawestînin."
Ev banga Trump di demekê de tê ku ji şeva borî ve heta nîvroya îro, rageşî gihîştiye asta herî bilind. Li gorî agahiyan, Îranê di nava çend saetan de bi çar pêlên mûşekî êrîşî Îsraîlê kiriye. Li aliyê din, firokeyên şer ên Îsraîlê jî wekî bersiv li gelek xalên leşkerî yên li rojava, navend û başûrê Îranê dane.
Ev geşedan piştî wê yekê tên ku 60 roj bi ser agirbestê re derbas bûn, lê hewildanên dîplomatîk bê encam man. Ji ber van êrîşan, tirs û alozî li Rojhilata Navîn zêde bûye û qada asmanî ya navçeyê li rûyê geştên asmanî hatiye girtin.
Her çend berpirsên Amerîkayê ragihandine ku vê carê di êrîşên ser Îranê de ti hevahengî di navbera wan û Îsraîlê de nîne, lê Tehran bi guman nêzîkî vê daxuyaniyê dibe.
Berpirsên Komara Îslamî ya Îranê diyar dikin ku "nabe kiryarên Îsraîlê yên li navçeyê ji polîtîkayên Amerîkayê cuda werin dîtin." Li gorî Tehranê, Amerîka ji van êrîşan agahdar e û di çarçoveya hevahengiyê de ev gav hatine avêtin.