Encûmena Wezîran a Kurdistanê sê dosyayên girîng gotûbêj dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo guftûgkirina li ser dosyeyên petrol, dahata navxwe û têkiliyên ligel Bexdayê dicive

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro 8ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de ragihand, Encûmena Wezîran roja Çarşemê, 10ê Hezîrana 2026an, dê bicive.

Hewramanî amaje bi wê yekê kir, di wê civînê de, dosyayên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de, bi taybetî mijara petrolê û geşedanên herî dawî dê werin gotûbêjkirin.

Berdevkê hikûmetê herwiha aşkere kir, tewereke din a civînê dê taybet be bi mijara dahata navxwe û sîstema ASYCUDA. Destnîşan kir jî, di civînê de guherînên dawî yên di navbera her du hikûmetan de yên li ser van mijaran dê werin nirxandin.