Îranê êrîşên xwe yên li ser Îsraîlê rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Baregeha "Xatemul Enbiya" ya ser bi Supaya Pasdaran ê Îranê ragihand, wan operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Îsraîlê rawestandine. Lê belê, Îranê hişyarî da ku eger êrîşên li ser Libnanê berdewam bikin, ew ê rêkarên gelekî tundtir û "wêranker" bigirin ber xwe.

Baregeha "Xatemul Enbiya" îro 8ê Hezîrana 2026an di daxuyaniyekê de rawestandina êrîşên mûşekî yên li ser Îsraîlê ragihand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev biryar bi mercê rawestandina êrîşên Îsraîlê hatî girtin û hat gotin: "Di egera berdewambûna destdirêjiya rîjîma Îsraîlê ya li ser başûrê Libnanê de, em ê rêkarên gelekî tundtir û wêranker bigirin ber xwe."

Supaya Pasdaran êrîşên mûşekî yên dawî wekî "piştgiriyek ji bo gelê bindest ê Libnanê" û bersivek li hemberî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê yên li ser devera Dahiyê ya Beyrûtê binav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi van êrîşan Îsraîl û piştgirên wê "ders wergirtine."

Heta dema amadekirina vê nûçeyê, aliyê Îsraîlê bi awayekî fermî derbarê vê biryara Îranê ya ji bo rawestandina operasyonan de ti daxuyanî nedaye.

Şeva borî Îranê bi dehan mûşek ber bi Tel Evîvê ve avêtibûn û sibeha îro jî firokeyên Îsraîlê li hundirê Îranê çendîn armancên leşkerî û navendeke petrokîmyayê bombebaran kiribûn.