Îranê tevahiya geştên xwe yên asmanî rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Komara Îslamî ya Îranê piştî pevguhartina hemareke êrîşên mûşekî û asmanî ligel Îsraîlê, tevahiya asmanê welatê xwe li ber geştên asmanî girt.

Medyaya fermî ya Îranê îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku ji ber rewşa neasayî ya ewlehiyê, Kompanyaya Firokexaneyan û Keştîvaniya Asmanî ya wî welatî biryar daye ku tevahiya geştên navxweyî û navdewletî heta demeke nadyar hilweşîne. Wê kompanyayê daxwaz ji welatiyan kiriye ku bi tu awayekî serdana firokexaneyan nekin.

Ji aliyekî din ve, Ajansa "ISNA"yê ya Îranî eşkere kir ku vê biryarê bandoreka rasterast li ser pêvajoya vegerandina heciyan kiriye û tê pêşbînîkirin ku geştên vegerê ji welatê Siûdiyeyê herî kêm 72 saetan diaxivin.

Ev alozî piştî wê yekê hatin ku di çend saetên borî de Tehran û Tel Evîvê êrîşên rasterast birin ser axên hevdu. Lê Kanala 12ê ya Îsraîlî ji zarê berpirsekî bilind belav kir ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser daxwaza Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar daye ku êrîşên artêşa Îsraîlê bo ser Îranê rawestîne, da ku rê li teqîna şerekî giştgir bê girtin.

Tevî vê pêngava Îsraîlê, Bingeha Navendî ya "Xatemul Enbiya"yê ya girêdayî Artêşa Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan jî operasyonên xwe yên serbazî bo ser Îsraîlê rawestandine. Ev paşvekişandina serbazî ya dualî wekî nîşana serkeftina zextên dîplomatîk ên Waşintonê bo vegerandina ser maseya danûstandinan tê dîtin.