Bakirhan: Bêyî demokrasiya xwecihî Tirkiye ji krîzê rizgar nabe
Navenda Nûçeyan (K24) - Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan ragihand ku Tirkiye di qonaxeke pir krîzî de derbaz dibe û rêya yekane ya derketina ji vê rewşê jî çespandina demokrasiyeke bihêz û çareserkirina pirsa Kurdan bi awayekî aştiyane ye.
Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniya xwe ya herî nû de ragihand: "Em niha di qonaxeke tije krîz de ne. Tirkiyeyê pêdivîtî bi demokrasiyeke bihêz heye û Kurdan jî pêdivîtî bi aştiyê heye. Dem hatiye ku di dewsa biserdegirtina partiyan û zextên serbazî de, delîveya siyaseteke azad bê afirandin."
Bakirhan bal kişand ser hindê ku gelê Kurd piştî derbazbûna sed salan dixwaze bi awayekî demokratîk û di rêya demokratîkirina Komarê re bibe perçeyek ji proseya siyasî û got: "Ev sedsal divê bibe sedsala Komara Demokratîk."
Li dor pirsa şaredariyan û destbiserdegirtina îradeya gel, Hevserokê DEM Partiyê got: "Divê siyaseta destbiserdegirtina şaredariyan û danîna qeyûman bi dawî bibe. Em daxwaz dikin ku deshilat dest ji siyaseta cudaxwaziyê ya li beramberî şaredariyên me berde."
Ev daxuyaniyên Tuncer Bakirhan di demekê de tên ku Wezareta Navxweyî ya Tirkiyeyê di demên borî de dest danîbû ser gelek şaredariyên DEM Partiyê yên li Bakurê Kurdistanê û di dewsa hevşaredarên hilbijartî de "qeyûm" danabûn.
Ev siyaseta Enqereyê li seranserî deverê rastî nerazîbûn û xwepêşandanên mezin ên gel û aliyên siyasî hatibû, ku wekî binpêkirina îradeya dengderan û sîstema demokratîk hatibû pênasekirin.