Mesrûr Barzanî sersaxî ji malbata rojnamevan Helkewt Ezîz re xwest
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyameka sersaxî û hevxemiyê ji bo koça dawiyê ya rojnamevan Berpirsê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz belav kir û sersaxî li malbat û hevkarên wî re xwest.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) di peyama xwe de ragihand: "Bi mixabiniyeka zêde ve, nûçeya koça dawiyê ya rojnamevan peyamnêr û Berpirsê Nivîsingeha Tora Medyayî ya Rûdawê li Bexdayê Helkewt Ezîz gehişt min. Ez sersaxiyê ji hevkarên wî û kesûkar û binemala wî ya rêzdar dikim û ez hevxemê wan im."
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa di dawiya peyama xwe de jî lava kirine ku Xudayê Mezin canê wî bi bihiştê şa bike û sebir û hedarê bide her aliyekî.
Ev peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî wê yekê tê ku piştî nivîroya îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) rojnamevanê diyar ê Herêma Kurdistanê Helkewt Ezîz di dema çûna xwe ya ber bi parêzgeha Besrayê de, li ser rêya navbera Bexda û Besrayê, rastî rûdaneka trafîkê hat û piştî gihandina wî bo nexweşxaneyê, ji ber giraniya birînên xwe canê xwe ji dest da.