Pakistan hûrgiliyên nû li ser danûstandinên Amerîka û Îranê eşkere dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Pakistanê ragihand ku armanca dawiyê di danûstandinên aştiyê yên di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de li ser lêva gehiştinê ye, û daxwaz ji hemî aliyên duberekiyê jî kir ku li ser bin.
Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku danûstandinên di navbera Tehran û Waşintonê de, ku armanca wan bidawîanîna aloziyan û şerê li Rojhilata Navîn e, di rêya navbeynkariya Pakistanê berdewam in, tevî pêşveçûna serbazî ya vê dawiyê ya ligel Îsraîlê.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî jî ji aliyê xwe ve ragihand: "Şêwirên dîplomatîk bi awayekî xwezayî di hemî şert û mercan de dê berdewam bin."
Ev daxuyanî di demekê de ne ku Artêşa Îsraîlê kirina êrîşên asmanî bo ser çend armancên serbazî yên girêdayî Îranê li deverên rojava û navenda wî welatî ragihand, ku di nav wan de jî komelgeha petrokîmyayî ya Mahşehrê ya li başûrê rojavayê Îranê bû, ev jî çend saetan piştî avêtina moşekên Îranî ber bi Îsraîlê ve hat.
Artêşa Îsraîlê herwesa bal kişand ser hindê jî ku ew operasyon bi rênîşandana Dezgeha Hewalgiriya Serbazî hatiye bicihanîn û Hêza Asmanî çend bingehên serbazî li navxweya Îranê bombebaran kirine.
Di beramber de, Televizyona Îranê jî belav kir ku teqîn li Tehran, Tevrêz û Esfehanê rû dane. Ajansa "Mehr"ê jî behsa bihîstina dengê du teqînên bihêz li Tehranê jî kir. Ajansa "Tesnîm"ê jî bal kişand ser teqînên li dorbara bajarê Kerecê.