CENTCOM: Balafirên me yên şer tankerekê petrolê li deryaya Omanê pûç kir
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên wan ên asmanî tankerekê petrolê li Deryaya Omanê pûç kiriye, piştî ku wî tankerî bizav ji bo şikandina dorpêça li ser Îranê kiribû û ber bi yek ji benderên wî welatî ve diçû.
Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku tankerekê petrolê yê vala bi navê (M/T Marivex), ku ala welatê "Palau"ê pê ve bû, li nav avên navdewletî yên Deryaya Omanê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hatiye armanckirin.
CENTCOMê eşkere kir ku balafireke şer a ji cûnê (F/A-18 Super Hornet) ji ser keştiya balafirhilgir (USS Abraham Lincoln) firiye û bi "teqemeniyeka hûr" pişka endazyarî û stêrnê wê keştiyê pûç kiriye. Ev êrîş piştî wê yekê hatiye ku karmendên wê keştiyê amade nebûne pabendî fermanên hêzên Amerîkayê bibin û li ser çûna ber bi Îranê ve rijd bûn.
Di wê daxuyaniyê de hatiye ku ji ber vê êrîşê keştiya "Marivex" ji kar ketiye û êdî nikare ber bi Îranê ve biçe. CENTCOMê bal kişand ser hindê jî ku ji destpêkirina dorpêça deryayî ya li ser Îranê ji 13ê Nîsana borî ve, hêzên wan ev encam bi dest xistine:
- 7 keştiyên ku zêdegavî kiribû bi hêza serbazî hatine pûçkirin.
- Arasteya 134 keştiyan hatiye guhertin, piştî ku pabendî rênimayiyan bûn.
- Rê bi derbazbûna 42 keştiyên alîkariyên mirovî hatiye dan.
Ev pêşveçûna nû nîşana tundkirina dorpêçên Amerîkayê li ser kerta enerjiyê ya Îranê û rêgirtina li her bazirganiyeka deryayî, ku bibe çavkaniya dahatê ji bo Tehranê di dema şer de, ye.