Li Iraqê 145 keysên taya xwînberbûnê hatin tomarkirin
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê amareka nû li ser nexweşiya taya xwînberbûnê belav kir û ragihand ku ji destpêka îsal ve heta niha 145 kes bi awayekê taqîgehî hatine piştrastkirin ku tûşî wê nexweşiyê bûne, herwesa 9 kesan jî canê xwe ji dest daye.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê Seyf Bedr îro (Duşem, 8ê Hezîrana 2026ê) ragihand ku wezareta wan rojane bi rêya tîmên çavdêriya pizîşkî rewşa vê pejîkê li hemî parêzgehan dişopîne. Li gorî amaran, tenê di hefteya 23ê ya îsal de 40 tûşbûyîyên nû û yek keysê mirinê hatine tomarkirin.
Li gorî amara Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê, parvebûna keysên tûşbûn û mirinê li seranserî parêzgehan bi vî awayî ye:
- Parêzgeha Zîqarê: 74 tûşbûn û 6 mirin.
- Parêzgeha Musenayê: 18 tûşbûn.
- Parêzgeha Mîsanê: 9 tûşbûn.
- Parêzgeha Diyalayê: 8 tûşbûn û yek mirin.
- Parêzgeha Babilê: 7 tûşbûn û yek mirin.
- Parêzgeha Besrayê: 6 tûşbûn û yek mirin.
Li parêzgehên din jî, wekî Bexda, Neynewa, Kerbela, Kerkûk, Selahedîn, Enbar, Dîwaniye û Necef, di navbera yek heta sê tûşbûyîyan tê de hatine tomarkirin, bêyî ku tu keysekê mirinê tê de hebe.
Wezareta Tenduristiyê daxwazê ji welatiyan dike ku ji bo rêgirtina li veguhastina vê nexweşiyê, pabendî van rêkarên xweparastinê bin:
1. Goştî tenê ji wan serbirîngehan bikirin ên ku destûriya wan a Tenduristiyê heye.
2. Rê li çerandin û serbirîna canerweran li nav taxan û bi awayê zêdegaviyên bê girtin.
3. Destgurk û cilên parastinê di dema serederîkirina ligel caneweran an goşt û paşmayên wan de bên bikaranîn.
4. Kelandina goştî bi pileya germiyê ya pir bilind û ji bo demeka temam.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ron jî kir ku nîşanên taya xwînberbûnê di qonaxa yekê de bi bilindbûna pileya germê, serêşî, êş di cihên cuda yên laş de û westiyanê dest pê dikin, paşê mimkin e ku derbaz bibe xwînberbûna bin çerm an ji kunikên laş. Navborî tekez jî kir ku serdana zû ya bingehên Tenduristiyê bandoreka mezin li ser çarebûna nexweşan heye.
Li dawiyê jî, Wezareta Tenduristiyê bal kişand ser hindê jî ku erkê wan destnîşankirina nexweşiyê û pêşkêşkirina çareseriyê ye, lê rûbirûbûna mêş û mûra "qirne"yê û qedexekirina serbirîna caneweran bi awayê gotre di stûyê Wezareta Çandiniyê, aliyên ewlehiyê û şaredariyan de ye.