Trump: Em ê di nava du hefteyan de serkeftinê li dijî Îranê ragihînin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, welatê wî dê di nav du hefteyên pêş de serkeftina xwe ya herî mezin û tam a li dijî Îranê ragihîne. Trump herwiha destnîşan kir ku bi vê serkeftinê re dê bihayê petrolê jî dakeve.
Li gorî rapora ajansa CNNê, Serokê Amerîkayê Donald Trump di dema civîneke bangêşeya hilbijartinê de, bi rêya telefonê piştgiriya xwe ji bo Senator Lindsey Graham li eyaleta South Carolinayê diyar kir. Trump di vê bangê de behsa pêvajoya şer û danûstandinên ligel Îranê kir.
Trump derbarê pêvajoya dîplomatîk de got: "Niha em di nav danûstandinan de ne. Ew (Îran) dixwazin bigihîjin rêkeftineke gelekî baş. Ew amade ne her tiştî bidin me, lê ne amade ne ti çekên atomî bidin me."
Serokê Amerîkayê baweriya xwe ya bi serkeftinê anî ziman û wiha pê de çû: "Ez bawer dikim em ê di vî şerî de biser bikevin, lê serkeftina rastîn dê di nav du hefteyên bê de pêk bê, dema ku em serkeftina tam ragihînin. Ev dê bibe serkeftineke temam û pir zû biqewime. Herwiha bihayê petrolê jî dê bi awayekî berçav dakeve."
CNN balê dikşîne ser wê yekê ku ev ne cara yekem e ku Donald Trump ji bo bidestxistina pêşketinên mezin ên siyasî û leşkerî, dema "du hefteyan" dide.
Piştî agirbesta 7ê Nîsanê, hatibû plankirin ku her du alî di nav du hefteyan de rêkeftineke dawî ji bo bidawîkirina şer îmze bikin. Lê belê, heta niha her du alî jî agirbestê binpê dikin û pevçûn bi awayên cuda berdewam dikin.