Çarçoveya Hevahengiyê: Divê kabîneya hikûmetê were temamkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Aliyên Çarçoveya Hevahengiyê li Bexdayê civiyan û tekezî li ser çareserkirina krîza elektrîkê û temamkirina wezaretên mayî yên hikûmetê kirin.
Aliyên Çarçoveya Hevahengiyê li ofîsa Ammar Hekîm a li Bexdayê civîna xwe ya asayî bi beşdariya Serokwezîrê Iraqê, Elî Falih Zeydî, pêk anî. Di civînê de çendîn mijarên girîng ên rojevê û bernameya karê hikûmetê hatin gotûbêjkirin.
Li gorî daxuyaniya civînê, Serokwezîr Zeydî nêrîneke giştgîr ji bo çareserkirina krîza aborî û çendîn rêkarên pratîkî pêşkêş kirin. Aliyên Çarçoveya Hevahengiyê piştgiriya xwe ji bo van pêşniyaran diyar kirin, bi taybetî mijarên girêdayî çareserkirina krîza elektrîkê û çalakkirina yasayên kar û desteberiya civakî daku kertê taybet were xurtkirin.
Hêzên siyasî yên di nav Çarçoveya Hevahengiyê de tekez kirin, ew di astên parlamenî, siyasî û medyayî de piştgiriya hikûmetê dikin, daku bernameya xwe ya çaksaziyê biser bixe. Herwiha daxwaz hat kirin ku gavên bilez ji bo temamkirina kabîneya wezîran werin avêtin.
Tê payîn ku despêka mehê bê, civînên Parlamena Iraqê dest pê bikin daku kabîneya hikûmetê were temamkirin. Ev yek di demekê de ye ku ji nav 23 wezaretan, 9 wezaret hîna bê wezîr mane û bawerî bi berbijarên wan nehatiye dayîn.
Ji aliyekî din ve, ew berbijarên ku li parlamenê dengên pêwîst bi dest nexistine, li dijî proseya dengdanê li dadgehê gilî tomar kirine.