Wezareta Darayî ya Kurdistanê: Me erkên xwe pêk anîne, lê Bexdayê mûçe birîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê bersiva daxwaza Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamena Iraqê ya ji bo birîna mûçeyan da û ragihand, Hewlêrê hemû erkên xwe yên yasayî bi cih anîne, lê Bexdayê mûçeyên du mehên sala borî hîna xerc nekirine.
Rêveberiya Giştî ya Jimêryariyê ya li Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê îro 9ê Hezîranê bi daxuyaniyekê bersiva daxuyaniyên Adnan Feyhan Dilêmî, Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamena Iraqê da. Wezaretê tekez kir, Herêma Kurdistanê her tim pabendî Yasaya Rêveberiya Darayî ya 2019an û Yasayên Budçeya Federal (2023, 2024, 2025) bûye.
Wezaretê diyar kir, di sala 2025an de, Herêma Kurdistanê pişka xezîneya federal bi temamî şandiye, lê di beramber de hikûmeta Iraqê tenê mûçeyên 10 mehan şandine. Mûçeyên mehên Mijdar (11) û Berçieyê (12) yên mûçexorên Kurdistanê nehatine xerckirin, di demekê de ku hemû saziyên din ên Iraqê mûçeyên wan du mehan wergirtine.
Derbarê sala 2026an de jî, wezaretê ragihand ku dahata ne-petrolî ya pênc mehên destpêkê ji bo Bexdayê hatiye şandin. Hat destnîşankirin ku di mehên Adar û Nîsanê de, ji ber rewşa şer a li navçeyê û nakokiyên li ser sîstema ASYCUDA, dahat hinekî kêm bûye. Wezaretê sîstema ASYCUDA wekî "amrazekî ji bo dorpêça aborî ya li ser Kurdistanê" pênase kir, lê tevî vê jî %50ê dahatê li gorî rêkeftinan hatiye şandin.
Wezareta Darayî bi tundî rexne li helwesta Adnan Feyhan girt û got: "Pêwîst bû ku berpirsekî di wê astê de li çareseriyên destûrî bigere ji bo kêşeya 'xerckirina rastîn' ku tenê li ser Kurdistanê wekî astengî tê bikaranîn."
Wezaretê di dawiya daxuyaniya xwe de anî zimên ku ew gelekî "mat" mene ku berpirsekî bilind ê dewletê daxwaza birîna mûçeyên welatiyên xwe dike û prensîpên wekhevî û parastina mafan binpê dike.